Rêveberê Navçeya Erbetê daxuyaniyek belav kir

Silêmanî (K24) – Rêveberê Navçeya Erbetê Daban Mihemed li ser êrîşa li Firokexaneya Erbetê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, demjimêr 16:05ê piştî nîvro, bi dronan êrîşî Firokexaneya Çandiniyê ya Erbetê hatiye kirin.
Daban Mihemed ragihandiye, hêzên asayîşê, polîs û agirkuj demildest gihiştine cihê bûyerê.
Herwiha eşkere kiriye ku heta niha zanyariyên dirust û piştrastkirî tune ne li ser aliyê êrîş encam daye, lê belê li gor hatiye piştrastkirin, şeş kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.