Herêma Kurdistanê di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de beşdar e

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîna komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî dibe.

Hewlêr (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîna komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî dibe.

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di çarçoveya şanda hikûmeta federal de beşdarî 78emîn civînên Neteweyên Yekgirtî dibe.

Pêştir jî Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku bû sibeha roja 18ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ber bi bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi rê ket.

Li ser armanca serdana Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê, di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Sûdanî ji bo beşdariya 78emîn civînên komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî çûye New Yorkê.

Sibe Sêşemê 19ê Îlona 2023an, civîna Neteweyên Yekgirtî dê li New Yorkê bi dirûşma "Zindîkirina Karnameya 2030" birêve biçe, li ser vê mijarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand, 140 serkirdeyên welatên cîhanê di vê civînê de amade dibin.