Amerîka piştevaniya xwe ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê dubare dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Amerîkayê  bi Serokwezîrê Iraqê re civiya û mijarên ewlekarî û aborî gotûbêj kirin. Blinken got jî: “Amerîka bi hikûmeta Iraqê re kar ji bo avakirina aramiya navçeyê dike.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya civînên xula 78 a Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de, îro danê sibê li New Yorkê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.

Wezareta Derve ya Amerîka derbarê naveroka civînê de di daxuyaniyekê de ragihand, “Blinken bang li Serokwezîrê Iraqê kiriye ku li ser hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be, ji bo pêşxistina aramî û xweragiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Blinken “piştgiriya Amerîkayê ya ji bo dubare hinadekirina petrolê bi rêya boriyan bo Tirkiyê dubare kiriye.”

Her li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwandina fermî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden gihand Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî da ku serdana Koşka Spî bike.

Her di vê derbarê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Em bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, li ser hevkariya me ya stratejîk û nirxandina mijarên aborî û ewlehiyê me ya piştî civîna li Munchenê, hevdîtin kir.”

Antony Blinken di beşeke din a peyama xwe de got: “Amerîka li gel hikûmeta Iraqê kar ji bo avakirina aramiya navçeyî û bextewariya gelê Iraqê dike.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo beşdarî 78emîn civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî bibe, duhî duşemê ber bi New Yorkê ve birê ketibû.