Li Qamişlo li dijî zêdekirina nirxê mazotê xwepêşandan berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Grev û nerazîbûna xelkê Qamişlo li dijî biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê di roja xwe duyemîn de didome.

Îro li bajarê Qamişlo xelk ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketin kolanan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku ji biryara xwe ya bilindkirina nirxê sotemeniyê vegere û berpirsên vê biryarê ceza bike û wan ji kar dûr bixe.

Zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh û ji duhî ve li bajarên Qamişlo, Dêrik , Minbic û Kobanê li dijî bilindkirina nirxê mazotê dikan hatine girtin û xelkê dest greveke aştiyane kirin.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî duhî bang li welatiyan kiribû, bi armanca şermezarkirina kiryarên Rêveberiya Xweser û zêdekirina nirxê sotemeniyê, îro sêşemê di demjimêr 17:00 de li pêş  baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo dest bi greveke aştiyane bikin.