Hin aliyên Iraqî naxwazin deng li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar bû îro Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeyasaya parêzgehkirina Helebce biciviya, lê civîn careke din hat paşxistin.

Di rûniştina duhî 18ê Îlona 2023an ya Parlamentoya Iraqê de, dengdana li ser projeyasaya Helebce bibe parêzgeha kat karnameyê civînê, lê piştre hat astengkirin û bo îro hat paşxistin, lê îro careke din jî hat paşxistin.

Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Musena Emîn ji K24ê re got: “Mixabin sedema wê ew e ku rêkeftin li ser vê mijarê çênebûye. Divê em aliyan razîkirin bidin wek rêzgirtin û qerebokirina Helebceyê, jenosîd hezaran şehîd û birîndaran deng bidin parêzgehbûna wî bajarî.”

Got jî: “Dengnedana li ser pirsa Parêzgehbûna Helebceyê, helwesteke nerênî ye li ser pirsa jenosîda Helebceyê. hinek siyasetmedar wek dostên Kurdan dihatin dîtin, lê niha helwesta wan derketiye holê.”

Da zanîn jî: “Di civîna duh de beşek ji Şîeyan neçûn salona parlamentoyê, hinekan jî daxwaz kiribûn ku dengdana parêzgariya Helebce bo îro were paşxistin û îro jî li hev nekirin. Di nava Suneyan de jî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî berpirsê vê mijarê ye, ji ber ku ne roja pêncşemê û ne jî duh nehatibû civîna parlamentoyê û îro jî li ser vê mijarê civînek li dar nexist. Me rêz li daxwaza wan a paşxistina civînê ji bo rojekê girt, lê niha ti bernameyeke bo civînê nîne.”