Barcelonayê mêvana xwe Antwerp bi 5 golan têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona performansa xwe ya êrişkar a bihêz didomîne û şeva borî di koma heştemîn a Champions League de, pênc gol avên tora mêvandara xwe yê Belçîkî, Antwerp.

Şeva borî di gera yekem a Champions League de, Barcelona li stadyuma Louis Companis Olympian pêşwazî li Royal Antwerp û bi Barcelona bi encama (5 - 0) biser ket.

Lîstikvanê Portygalî Joao Felix yê ku di destpêka vê werzê Atletico Madrîdê çûbû Barcelonayê, bi tomarkirina 2 golan û çêkirina wek stêrka maçê ferz kir.

Joao Felix di xulekên (11 û 66) de, Robert Lewandowski di xuleka (19) parêzvanê Antwerp Gilles Bataille di xuleka (23) bi xeletî û Gavi di xuleka (54) golên Barcelonayê tomar kirin.

Tîma Katalonî hewl dide bêhêvîbûna xwe ya di pêşbirka herî girîng a parzemînê de qerebû bike piştî ku di du werzên borî de ji qonaxa koman hatibû derxistin.

Encamên lîstikên din jî wiha bûn:

Milan - Newcastle United: 0-0

Paris Saint-Germain (PSG) - Borussia Dortmund: 2-0

Young Boys - Leipzig: 1-3

Manchester City - Crvena Zvezda: 3-1

Feyenoord - Celtic: 2-0

Lazio - Atletico Madrid: 1-1

Shakhtar Donetsk - Porto: 1-3