Li Hesekê alozî di navbera hêzên rêjîma Sûriyê de derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Şer û alozî li bajarê Hesekê derketine û artêşa Sûriyê mala serkirdeyê Hêzên Berevaniya Niştimanî li Hesekê dorpêç kiriye.

Jêderekî ji bajarê Hesekê ji K24ê re got, ji şeva borî ve şer û alozî li çarkoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê alozî di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Berevaniya Niştimanî de derketiye û heta niha berdewam e.

Piraniya bajarê Hesekê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, tenê devera bi navê “çargoşeya ewlehiyê” ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, şer lê derketiye.

Li gor heman jêderî, ji ber aloziyan deriyên dibistanên li çarkoşeya ewlehiyê de hatine girtin.

Derbarê sedema vê aloziyê de, wî jêderî eşkere kir, hikûmeta Sûriyê hewl dide Fermandarê Hêzên Berevaniya Niştimanî Ebdulqadir Hemo biguhere, ji ber hebûna nakokiyan di navbera wî û Serokê Eşîra Cibûrî de. Lê Ebdulqadir Hemo ev yek red kir û alozî derket.

Pêştir ji navîna meha Tebaxa borî jî, piştî eşkencedana Serokê Eşîra Cibûr ji aliyê Hêzên Berevaniya Niştimanî ve, şer û pevçûn li bajarê Hesekê derket û encamê de 4 kes birîndar bûbûn.

Hêzên Berevaniya niştimanî komeke leşkerî ya Sûriyê ye ku di dawiya sala 2012an de ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye avakirin û erkê wê piştgiriya operasyonên artêşa Sûriyê yên li dijî opozîsyona çekdar e.