Li Qamişlo bo roja 3emîn biryara bihakirina sotemeniyê tê şermezarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grev û nerazîbûna xelkê Qamişlo li dijî biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê di roja xwe sêyemîn de didomin.

Îro 20ê Îlona 2023an, hejmarek ji xelkê Qamişlo ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketin kolanan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku ji biryara xwe ya bilindkirina nirxê sotemeniyê vegere.

Zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh û ji pêr ve li bajarên Qamişlo, Dêrik , Minbic û Kobanê li dijî bilindkirina nirxê mazotê dikan hatine girtin û xelkê dest greveke aştiyane kirin.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî duhî bi armanca şermezarkirina kiryarên Rêveberiya Xweser û zêdekirina nirxê sotemeniyê, li pêş baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo dest bi greveke aştiyane kiribû.

Xwepêşandan
Xwepêşandan
Xwepêşandan
Xwepêşandan
Xwepêşandan