Biden: Yekem wesayitên zirxî yên Abrams dê hefteya bê bigihin Ukraynayê

Serokê Amerîkayê Joe Biden got: ‘’Yekem wesayitên zirxî yên Amerîkî Abrams dê hefteya bê bigihin Ukraynayê ji bo bihêzkirina şiyanên leşkerî yên Kîevê û rûbirûbûna Moskowê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden got: "Yekem wesayitên zirxî yên Amerîkî Abrams dê hefteya bê bigihin Ukraynayê ji bo bihêzkirina şiyanên leşkerî yên Kîevê û rûbirûbûna Moskowê."

Joe Biden diyar kir ku di hevdîtina xwe ya duyemîn de bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re ji dema ku şer di meha Sibatê de dest pê kir, ji bilî erêkirina pakêta alîkariyê ji bo Ukraynayê, ti rêyek ji Kongreyê nemaye.Biden got: "Yekemîn wesayitên zirxî yên Amerîkî Abrams dê hefteya bê bigihin Ukraynayê. Ez xwe dispêrim şehrezayiya Kongreyê."

Washingtonê beriya niha soz dabû Ukraynayê ku 31 wesayitên zirxî yên Abrams weke beşek ji 43 milyar dolar alîkariya leşkerî bide Kîevê.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev beriya niha gotibû, dijminên Rûsyayê bi tundî rewşê ber bi derketina Şerê Cîhanê yê Sêyem ve dibin.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê ve Amerîka zêdetirî 43 milyar dolar alîkariya leşkerî daye Ukraynayê.

Di 24ê Sibata 2022an de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana dagîrkirina Ukraynayê da, bi hezaran leşker û sivîl hatin kuştin û bi milyonan Ukraynayî koçberî welatên Ewropayê bûn.