Xwepêşandanên li Qamişlo di roja 6mîn de berdewam in

Xwepêşandana li Qamişlo
Xwepêşandana li Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê li dijî biryara zêdekirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di roja xwe şeşemîn de berdewam in.

Îro 23ê Îlona 2023an, li bajarê Qamişlo welatî ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketin kolanan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku ji biryara xwe ya bilindkirina nirxê sotemeniyê vegere.

Îro 6 roj in xwepêşandan li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê heta niha ti bersivek ji xwepêşanderan re aliyê Rêveberiya Xweser ve tune ye.

Zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh li bajar û navçeyên yên Rojavayê Kurdistanê û xelkê dest grev û xwepêşandanên aştiyane kirine.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.