Danûstandinên sêalî ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdîtinên sêalî yên di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo temamkirina rêkarên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên teknîkî berdewam in.

Li gor malpera (Iraq Oil Report), di rojên derbasbûyî de, rêzecivînek di navbera SOMO, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Botas a Tirkiyê de li Hewlêr û Stenbolê hatine encamdan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye û gotûbêjkirina mijarên teknîkî û bazirganî yên girêdayî vê pêvajoyê.

Li gorî malpera ku taybet e bi belavkirina zanyariyan li ser sektora petrolê li Iraqê, di hevdîtinên sêalî de li ser çend mijaran gotûbêj hatin kirin, di nav wan de xercên veguhestina petrolê bi rêya boriyan, cure û rêjeya petrola hinardekirî, asta herî kêm ya berhemanîn û dubare hinartina petrolê û pabendbûna Bexda û Enqerê bo vekirina boriyên petrolê.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dzeyî roja 21ê Îlonê ji K24ê re ragihand, Amerîka ji bo çareserkirina kêşeyan û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, ligel Bexda û Enqerê hewl dide ku hinardekirina petrolê dest pê bike.

Koşka Spî jî roja 22ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Kordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Brett McGough û şêwirmendê pilebilind ê Amerîkî yê Enerjî û Veberhênanê Amos Hochstein re civiya û diyar kir “Koşka Spî daxwaz kiriye ku demildest hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê were destpêkirin.”

Di 25ê Adarê de ji ber doza di navbera Tirkiye û Iraqê de hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Tirkiyê hatibû rawestandin. Lê belê piştî ku di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftin di derbarê petrola Kurdistanê de hate îmzekirin, tê çaverêkirin hinartina petrola Kurdistanê bi rêya xeta boriya Ceyhanê bo bendera Tirkiyê dest pê bike.