Barcelona li hember Celta Vigo “remontada” dike û 3 xalên giranbiha qezenç dike

Navenda Nûçeyan (K24) – FC Barcelona paşketina xwse ya bi du golên bêbersiv li hember mêvana xwe Celta Vigo veguharand û di xulekan de 3 gol tomar kirin.

Tîma Barcelona îşev di gera şeşemîn a Lîga Futbolê ya Spanyayê de pêşwazî li tîma Celta Vigo kir û bi encama (3 – 2) bi ser ket.

Destpêkê Celta di xuleka (19) û piştre di xuleka (76) bi riya Jurgen Larsen û Anastasios Dovikas du gol tomar kirin.

Lê Barselona di deh xulekên dawîn ên maçê de rabû ser piyan û di xulekên (81, 85 û 89) de bi riya Robert Lewandowski (du gol) û Joao Cancelo golek, sê gol tomar kirin û paşketina veguharand serkeftineke mezin.

Bi vê serketinê re, Barcelona xalên xwe gihandin (16) û bi demkî bi ferqa golan ket pêş Girona û rêza yekem a La Ligayê de cih girt û dê li benda encama maça derbî ya di navbera Real Madrîd û Atletico Madrîd de ye bimîne ku biryar e sibe Yekşemê were lîstin. Celta jî di rêza 17emîn de li ber (4) xalan rawestiya.