Tirkiye û Netewên Yekgirtî tekezî li ser hinardekirina genimê Ukraynayê dikin

Hakan Fîdan û Antonio Guterres
Hakan Fîdan û Antonio Guterres

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiye û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekezî li ser hinardekirina genimê Ukraynayê dikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Wezîrê Derve Hakan Fîdan di çarçoveya 78emîn Civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî ya li bajarê New Yorkê de bi Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres re civiya û geşedanên dawî yên Ukrayna û însiyatîfa şandina genim di deryaya Reş re û dosyaya Qibrisê gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve, nivîsgeha Berdevkê Guterres di daxuyaniyekê de, pêzanîna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo hevkariya di navbera Netewên Yekgirtî û Tirkiyê de û kedên wê ji bo çareserkirina bandorên şerê li Ukraynayê, bi riya pêngava şandina genim nîşan da.

Herwiha Guterres û Fîdan di civînê de li ser rewşa Sûriyê û pirsgirêka Qibrisê jî gotûbêj kirin.

Civînên Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî Sêşema borî dest pê kirin û dê îro yekşemê bi dawî bibin.