Li Qesra Zêrzevanê Pêşangeha Wênesaz Ayşa Karacadag hat vekirin

Diyarbekir (K24) – Li nava avahiyên dîrokî yên Sûra Diyarbekirê de çalakiyên çandî û hunerî her ku diçe zêdetir dibin. Li Qesra Zêrzevanê Pêşangeha Wênesaza Kurd Ayşa Karacadag tê li darxistin. Di vê pêşangehê de gelek berhemên rengîn û bedew hene ku bi hêmanên çanda Kurdan hatine xemilandin.