Di teqîna li Qerebaxê de 200 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Qerebaxê di encama teqîna li westgeheke petrolê de herî kêm 200 kes birîndar bûn.

Reuters’ê ragihand, derengê şeva borî di encama teqîna westgeheke benzînê de, herî kêm 200 kes li herêma Nagorno-Karabag birîndar bûn.

Diyar kir jî, ji ber nebûna derman û alavên bizîşkî li Qerebaxê, piraniya birîndaran ji bo dermankirinê, deverên din ên Ermenistanê hatin şandin.

Ev di demekê de ye, hefteya borî leşkerên Azerbeycanê herêma Qerebaxê kontrol kirin û ji ber şer û pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de zêdetirî 6500 Ermenî ji wê herêmê reviyan.

Qerebax beşek ji Azerbaycanê ye, lê ev herêm 30 sal in di bin kontrola Ermeniyan de bû. Lê di şerê sala 2020’an de Azerbaycanê karibû herêmeke berfireh a vê herêmê bi dest bixe.

Serkirdeyên Qerebaxê dibêjin, 120 hezar Ermeniyên ku li Qerebaxê dimînin, dê herin Ermenistanê ji ber ku ew naxwazin di bin serweriya Azerbaycanê de bijîn û ji qirkirina etnîkî ditirsin.