Du nûnerên Kurdistan24ê ji aliyê Enstîtuya CICG ya hikûmeta Çînê ve hatin xelatkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Du nûnerên Kurdistan24ê piştî beşdarbûna di rahênaneke 17 rojan de, ji aliyê Enstîtuya CICG ya hikûmeta Çînê ve hatin xelatkirin.
Rêvebirê Intake Karzan Resûl û pêşkêşkar û producer Jîr Ziyad wek du şandên Kurdistan24ê, beşdarî di rahênaneke li Çînê bûn ku ji aliyê hikûmeta Çînê ve bo rojnamevanên 10 welatên curbicur hatibû organîzekirin.
Rahênan ji perwerde û naskirina çand, kultur û aboriya Çînê pêk hatibû.
Li ser asta Iraqê 4 rojnamevanên kurd ji bo beşdariyê hatibûn vexwendin ku du ji wan nûnerên Kurdistan24ê bûn.