Sefîn Dizeyî: Em bang li Kanadayê dikin ku nûnertiya xwe ya li Hewlêrê bike konsulxane

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî radigihîne, ew giringiyê didin pêşxistina pêwendiyan ligel hikûmeta Kanadayê, weke welatekî bihêz û federal. Got jî: “Di hevdîtinên me yên li gel berpirsên wî welatî de, me daxwaz kir ku nûneratiya xwe li Hewlêrê bikin konsulxane.”

Sefîn Dizeyî ku bi serdanekê li Kanadayê ye ji K24ê re ragihand: “Em giringiyeke mezin didin pêwendiyên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî. Her welatek pêşwazî li wan pêwendiyan bike, em zêdetir diçin pêş. Niha li Hewlêrê nûnertiya Kanadayê heye, di hevdîtinên me yên li gel rayedarên Kanadayê de, me daxwaz kir ku wê nûnertiyê bikin konsulxane.”

Herwiha got: “Kanada ji aliyê aborî ve welatekî girîng e û pêgeha wê dikare bi bandor be, em jî hewl didin pêwendiyên xwe ligel Kanadayê bihêztir bikin.”

Sefîn Dizeyî diyar kir: “Serdana me li ser vexwendina hejmarek parlamenterên Kanadayê bû, ku vê dawiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Di hevdîtinên me de jî, me tekezî li wê kir ku em dikarin di warên aborî, veberhênan, çandinî û warên din de hevkariyê bikin û ji ezmûna Kanada wekî welatek federal sûdê werbigirin.”