Yûnanistan dixwaza peyamenke nû ya penaberan di navbera Tirkiye û Ewropayê de dike

Koçber
Koçber

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sala 2016an de ji bo astengkirina derbasbûna penaberan bo welatên Ewropayê, di navbera Enqere û Brûkselê de peymanek hatibû îmzekirin, Wezîrê Koçûkoçberan û Penaxwaziyê yê Yûnanîstanê Dimitris Kairidis jî banga nûkirina wê peymanê dike.

Dimitris Kairidis ji televîzyona welatê xwe “ERT” re axivî û got, divê peymana penaberan ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hatibû îmzekirin were nûkirin, guhertin û berfirehkirin.

Li gor Dimitris Kairidisî, keşûhewaya siyasî ji bo peymaneke nû gûncaw e. Lê Dimitris Kairidisî zelal nake mabesta wî ji berfrehkirin û guhertina peymanê çi ye.

Biryar e di 7ê Berçileyê de li bajarê Selanîkê di navbera berpirsên Tirkiye û Yûnanîstanê de civîneke bilind were kirin, Dimitris Kairidis jî eşkere dike ku ew ê vê pêşniyarê di wê civînê de gotûbêj bikin.

Piştî şerê navxwe ya Sûriyê, krîza koçberiyê rû dabû û da ku Tirkiye koçberan bihewîne peymanek di navbera Enqere û Brûkselê de hatibû îmzekirin. Li gor Tirkiyê, Yekîtiya Ewropa soz dabû ku şeş milyar Euro alîkarî bide wan, lê ew pabendî soza xwe nebûye.

Ji aliyekî din ve, îsal hejmara koçberên ku di ser Tirkiyê derbasî Yûnanîstanê bûne, zêde bûye. Wezareta Koçûkoçberan û Penaxwaziyê ya Yunanîstanê diyar dike, îsal 18 hezar koçber ketine nav xaka wan û ev jî nîşan dide ku li gor sala borî rêjeya koçberên ku berê xwe dane Yûnanîstanê, ji sedî 106 zêde bûye.