Li Germiyanê 2 şanoger ji ber şanoya (Werin Em Bibin Kûçik) hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Du şanoger ji ber lîstika ku 3 sal berê lîstine, ji aliyê Dadgeha Kelarê ve hatin ragirtin.

Dadwerê Dadgeha Kelarê biryara ragirtina her du şanogeran Omer Ebdullah û Şiko Omer da û niha ew herdu li girtîgeha Germiyanê girtî ne.

Li gorî agahiyan, sedema ragirtina wan, ji ber karekî şanoyê ye ku beriya 3 salan li navçeya Kalarê pêşkêş kiribûn.

Şanoya bi navê (Werin Em Bibin Kûçik) 3 sal berê li navçeya Kelarê hat lîstin û tê de rexne li hin pirsan hate girtin.

Hin mamostayên olî di wê baweriyê de ne ku di naveroka şanoyê de sivikayet li wan hatiye kirin, ji ber wê jî Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê Şaxa Germiyan gilî li wan vekir.

Girtina wan herdu hunermendan, bû sedema nerazîbûna hin hunermendan û gotin: Em vê biryara dadgehê bi tundî şermezar dikin, nabe du hunermend ku yek ji wan hunermendekî herî mezin ê Germiyanê ye û yê din jî şanogerekî ciwan û akademîk ê Kerkûkê ye ji ber karekî hunerî bi vî awayî werin girtin.”

Hunermendan bang li rayedaran kirin ku li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin û her du hunermendan zû berdin û gotin: “Eger neyên azadkirin, em ê rêyên din bigirin ber xwe.”