Li Hemdaniya Neynewayê agir bi holeke şahiyan ket û bi dehan qurbanî hene

Hemdaniye
Hemdaniye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Hemdaniye ya başûrê rojhilatê Mûsilê şewat di holeke şahiyan de derket, herî kêm 100 kesî canê xwe jidest dan û 200 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li cihê bûyerê got, ti amareke rast li ber dest nîne, ji ber ku term û birîndaran bo cihên cuda hatine veguhestin, beşek ji wan bo Hewlêrê hatine şandin û hinek jî li nexweşxaneya Hemdaniyê ne.

Peyamnêrê me got jî: Termê çend kesan şewitîne û heta niha nehatine naskirin, bûk yek ji wan kesan e ku heta niha nayê zanîn mirî yan birîndar e, ji ber ku termên wan ji ber şewatê nayên naskirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tîmên berevaniya sivîl û tendirûstiyê raspardin ku bi hawara qurbaniyên vê bûyerê biçin û alîkariya birîndaran bikin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyekê de ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hejmarek mezin ji ambulans û tîmên hawarhatinê çûne navçeya Hemdaniyê.

Wezîrê Tendirustiyê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê birîndarên bûyera Hemdaniyê li Hewlêrê bên dermankirin.

Hemdaniyê qezayeke ser bu parêzgeha Neynewayê ye û li bakurê rojavayê Hewlêrê dike, bajarê Bexdîda (Qereqoş) navenda vê navçeyê, piraniya xelkê wê Siryan in û li gelek gundên wê jî Şebek û Êzidî dijîn.