Serok Barzanî sersaxiyê li malbatên qurbaniyê şewata Hemdaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî derbarê bûyera şewata li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê de peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi bihîstina nûçeya bûyera şewata diltezîn a li qezaya Hemdaniyê gelekî xembar bûm, ku tê de bi sedan welatî canê xwe jidest dan û birîndar bûn.”

Herwiha got: “Ez sersaxiyê li malbatên qurbaniyan re dikim û hêviya başbûnê ji birîndarên vê bûyera xemgîn re dixwazim.

Şeva borî li qezaya Hemdaniye ya başûrê rojhilatê Mûsilê şewat di holeke şahiyan de derket, li gorî Fermandarê Operasyonên Neyewayê Lîwa Rukin Abdullah El-Cibûrî, 87 kesan canê xwe jidest dan û zêdetir ji kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tîmên berevaniya sivîl û tendirûstiyê raspardin ku bi hawara qurbaniyên vê bûyerê biçin û alîkariya birîndaran bikin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyekê de ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hejmarek mezin ji ambulans û tîmên hawarhatinê çûne navçeya Hemdaniyê.

Wezîrê Tendirustiyê ragihand, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê birîndarên bûyera Hemdaniyê li Hewlêrê bên dermankirin.

Hemdaniyê qezayeke ser bu parêzgeha Neynewayê ye û li bakurê rojavayê Hewlêrê dike, bajarê Bexdîda (Qereqoş) navenda vê navçeyê, piraniya xelkê wê Siryan in û li gelek gundên Şebek û Êzidiyan jî li wê qezayê hene.