YNKê kongreya xwe pêncemîn lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Silêmaniyê pêncemîn kongreya xwe lidar bixe û hejmarek ji serkirdeyên wê partiyê beşdariyê di kongreyê de nakin.

Di kongreya pêncemîn a YNKê de, 600 endamên kongreyê û hejmarek serkirde û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê beşdar dibin.

Li gorî agahiyan, di kongreyê de hejmara endamên Polîtburoyê dê dakeve 10 kesan, tê pêşniyarkirin jî sê encûmen bi navê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan, Encûmena Serkirdatiyê û Encûmena Piştgiriyê bên avakirin.

Herwiha hejmara endamên encûmena serkirdayetiyê dê dakeve 51 kesan ku di nav wan de serokek û 50 endam hene û encûmena piştevaniyê jî rasterast ji aliyê serokê YNKê bi xwe ve tê serperiştîkirin.

Li gor medyaya fermî ya YNKê, di kongreya pêncemîn a YNKê de dê Peyrew Navxwe ya partiyê were guhertin û navendparêzî di nav partiyê de çespandin.

Ev di demekê de ye, hejmarek ji serkirdeyên YNKê beşdarî kongreyê nabin, hinek ji wan wek helwest kongre boykot kirine û hinek jî ew kes in ku roja 8ê Tîrmehê ligel Lahûr Şêx Cengî ji nav refên YNKê hatibûn dûrxistin.

Pêştir jî endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di peyamekê de ragehandibû ku, ew beşdarî kongreya pêncem a partiyê nabe.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975an de hat damezrandin û ji wê demê ve heta niha 4 kongre li dar xistine û kongreya dawî jî di sala 2019an de bû û bo cara yekem sîstema hevserokatiyê hat danîn, piştî 8ê Tîrmehê û dûrxistina Lahûr Şêx Cengî û hejmarek endamên serkirdatiyê, YNKê sîstema hevserokatiyê hilweşand.