Firokeyên Tirkiyê gundekî Hewlêrê bombebaran kirin: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Bokrîskanê yê ser bi navçeya Wartê li parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir û kesekî sivîl canê xwe jidest da û kesek jî birîndar bû.
Qaymeqamê Nahiya Wartê Muslih Zirar ragihand, di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de, 2 gundî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan, birîndarek berî gihîştina nexweşxaneya Ranya, ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.
Nahiya Wertê ser bi Qezaya Riwandizê ve ye û ji ber hebûna binke û baregehên PKKê, Artêşa Tirkiyê gelek caran ew navçeyê bombebaran kiriye.