Nêçîrvan Barzanî: Erkê parastina destkeftên Herêma Kurdistanê li ser milê me hemûyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di kongreya YNKê de gotarek pêşkêş kir û got: Parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê divê me bike yek.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotara xwe de got: Hêvîdar im kongre, bibe sedema encamên baş û erênî ji bo rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Got jî: YNK bîranîna Mam Celal e û divê li ser heman bîr û arasteyê, ji bo hevtêgihîştinê, yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkan berdewam be, ji bo parastina berjewendiya giştî.

Serokê Herêma Kurdistanê got: Erkê yekrêziyê û parastina maf û destkeftên Herêma Kurdistanê, li ser milê YNK û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê ye.

Li gorî Nêçîrvan Barzanî, ezmûna xebata hevbeş a YNK û PDKê û hevkarî û biratiya Serok Barzanî û nemir Mam Celal îsbat kiriye ku serkeftin di yekrêzî, hevbeşî û pêkvekarkirinê de ye.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: Serkeftina serhildanê, damezrandina federalîzmê, mafên gelê Kurdistanê di destûra Iraqê de û pêşketina Kurdistanê, ji berhema yekrêziya aliyên siyasî ye.

Herwiha got: “Niha jî take rê ji bo derbaskirina hemû aloziyan, çareserkirina pirsgirêkan, parastina destkeft û mafên Herêma Kurdistanê, berdewamkirina hevkarî, hevqebûlkirin û xebata hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li vir û li Bexdayê ye.

Nêçîrvan Barzanî got: Herêma Kurdistanê ji serhildanê û heta niha tevî hemû kêmasiyan, ezmûneke ciwan li navçeyê nîşan daye ku cihê baldarî û rêzgirtina cîhan û Iraqê ye.

Di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, divê hemû aliyên siyasî kar bikin ta ku di meha Sibata sala bê de hilbijartin bê kirin.

Herwiha got got: Erkê serekî yê YNK û PDKê ye ku li gel hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kar bikin ji bo serkeftina hilbijartinan.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê kir: “Pir baş û pêwîst e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nava diyalogê de bin.”

Got jî: Her çend e di danûstandinan de hinek pêşketin hene, lê dîsa jî ji ber pirsgirêkên di cibicîkirina yasaya bûdceyê, neşandina mafên darayî û rawestandina hinardekirina petrolê de, niha Herêma Kurdistanê di rewşeke darayî ya dijwar de ye ku bandor li ser jiyana welatiyan kiriye.

Herwiha tekez kir, Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêk û nakokiyên ligel Bexdayê bi rêya diyalog û jihevtêgihiştinê û li ser bingeha destûrê çareser bike.

Serokê Herêma Kurdistanê got, ew çaverê ne ku hikûmeta Iraqê li ser bingeha destûr, rêkeftin û sîstema federalî ligel Herêma Kurdistanê tevbigere.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir, nabe bûdce û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bibin dîlê nakokiyên siyasî.

Destnîşan kir jî, pêwîst e aliyên siyasî yên hikûmeta Iraqê pêk anîne ji bo cîbicîkirina rêkeftinên siyasî, alîkarî û piştevaniya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bikin.

Herwiha got: Derxistina kêşeyên darayî ji herêma Kurdistanê re, xizmeta Iraqê nake. Tekez kir jî: Aştî, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê, aştî û pêşkeftina hemû Iraqê ye.