Wezîrê Tendirustiyê: Hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên bûyera şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin. Diyar kir jî, 2 ji birîndaran li Herêma Kurdistanê canê xwe jidest dan.

Dr. Saman Barzanî îro 27ê Îlonê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî em raspardine ku hemû alîkarî û çareseriyên pêwîst ji qurbaniyên bûyera navçeya Hemdaniyê re dabîn bikin.

Got jî: Dimildest zêdetir ji 36 ambûlansan û zêdetir ji çar ton kelûpelên bijîşkî yên hawarhatine ji Hewlêr û Duhokê gihîştin qezaya Hemdaniyê.

Destnîşan kir jî: Birîndarên ku birînên wan giran in jî, ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Hewlêr û Duhokê hatin veguhestin.

Wezîrê Tendirustiyê got jî: Ji sedî 60 ê birîndaran ji ber şewatê, rewşa wan cîgir e û hejmareke mezin jî pêwîstiya wan bi çavdêriya hûr heye.

Da zanîn jî, “Mixabin li Hewlêrê zarokekî 4 salî û li Duhokê jî jineke 30 salî canê xwe jidest dan. Heta niha 47 birîndar li Hewlêrê tên dermankirin, 20 birîndar jî li Duhokê tên dermankirin û birîndarên ku giran in bi berdewamî jî bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên şandin.

Şeva borî li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket û bi sedan kesan canê xwe jidest dan û birîndar bûn. Hevdem jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amadebûna xwe ji bo her alîkariyekê nîşan da.