Serokwezîrê Iraqê serdana cihê bûyera Hemdaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro serdana Mûsilê dike û bûyera şewata hola şahiyan li Hemdaniyê ji nêzîk ve dişopîne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, Serokwezîrê Iraqê dê serdana birîndar û malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê bike.

Pêr li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên bûyera şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin.

Dr. Saman Berzincî diyar kir jî, 47 birîndar li Hewlêrê tên dermankirin, 20 birîndar jî li Duhokê tên dermankirin û birîndarên ku giran in bi berdewamî jî bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên şandin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, encamên lêkolînên derbarê bûyera Hemdaniyê dê di nava 72 demjimêran de bên aşkerekirin û ji bo lêpirsînê dê Serokwezîr re bê bilindkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, dezgehên ewlehiyê 14 gumanbar girtine ku di wan de 10 karker, xwediyê salonê û 3 kesên din hene.