Ehmed Zawîteyî: Xema me gihandina peyama rastiyê ye li ser ekrana Kurdistan24ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro salek di ser birîndarbûna peyamnêrê Kurdistan24ê li parêzgeha Kerkûkê Soran Kameran re derbas dibe û bi vê boneyê Kurdistan24 pêşangeheke wêneyan vekir.

Kurdistan24ê di salvegera birîndarbûna peyamnêr Soran Kameran de pêşangehek vekir. Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî jî di pêşangehê de gotarek pêşkêş kir û got: “Xema me, gihandina peyama rastiyê ye li ser ekrana Kurdistan24ê.”

Ehmed Zawîteyê derbarê astengî û aloziyên li pêş rojnamevanan de got: “Her kesê bixwaze rastiya bûyeran bigihîne temaşevanan, bêguman dê rastî nexweşiyan bê. Dil û hestên me ligel her rojnamevanekî ye ku li ser rêya ragihandina rastiyê ye û em ji Xwedê daxwazkar in ku wan biparêze.”

Birîndarbûna peyamnêrê Kurdistan24ê li Pardê, bû sedema karvedanên navxweyî û cîhanî û di pêşangeha ku îro li baregeha sereke ya Kurdistan24ê hatiye vekirin de, dîmenên birîndarbûn û rizgarkirina Soran Kamran hatin pêşandan.

Di heman pêşangehê de, Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê xelat pêşkêşî her du pêşmergeyan Ferîq Mîkaîl Çîço û Karwan Kebîr kirin, ku Soran Kameran di bombebarana Îranê de li Pardê rizgar kiribûn.

Roja 28ê Îlona 2022an, Îranê bi rêya dron û mûşekên çend navçeyên Herêma Kurdistanê, ji nav wan jî navçeya Parde bombebaran kirin. Heman rojê jî peyamnêrê Kurdistan24ê Soran Kamran ku rûmala bûyeran dikir, di bombebaranê de birîndar bû, lê bi xweşî ji aliyê 2 Pêşmergeyan ve hat rizgarkirin û ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Ev ne cara yekem e ku peyamnêr û wênegirên Kurdistan24ê di dema şopandina bûyeran de birîndar dibin, ku çendîn peyamnêr û wênegirên Kurdistan24 di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûne, wek herdu peyamnêran Mesûd Wermêlî û Çakdar Cemal û wênegir Mihemed Helebceyî.

Kurdistan24 bi rêya tora medyayî ya rêkxistinkirî: Televizyon, Radyo, malper û bi zimanên (Kurdî – her du zaravayên “Kurmancî, Soranî” û Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî) zanyariyên rast pêşkêşî temaşevanên Kurdistan, herêm û cîhanê dike.

Kurdistan24 saziyeke lêkolîn û medyayî ye, weke navendeke medyayî ya hemecur bi awayekî rast û babetyane û li gor prensîpên berpirsiyariya civakî, erkên xwe yên pîşeyî li hember welat, tak, civakê û azadiyên kesayetî cibicî dike.