Xemîs Esed: Hikûmeta Herêmê bi wê yekê naskirî ye ku herdem bi hawara mexdûran ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê radigîne: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê naskirî ye ku herdem bi hawara mexdûran ve diçe.

Birîkarê Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Xemîs Esed li Hewlêrê ji rojnamevanan re ragihand. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka karesata Hemdaniyê ve heta niha alîkariya birîndaran dike û 67 birîndar rakirine nexweşxaneyên Hewlêr û Duhokê.

Xemîs Eses got, Serokwezîrê Iraqê destpêşxeriyek ji bo şandina birîndarên ku li hundirê Iraqê dermankirina wan nîne, bişînin derve.

Ragihand jî, “Her ji destpêka karesatê ve, hevahengiyeke baş di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.

Di berdewamiya axaftina xwe de jî: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku alîkariya wan ji bo qurbaniyan kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê naskirî ye ku herdem bi hawara mexdûran ve diçe.”

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.