Papayê Vatîkanê peyamekê arasteyî malbatên qurbaniyên Hemdaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê bi rêya Wezareta Derve ya Vatîkanê pirse sersaxiya xwe arasteyê malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê kir û piştevaniya xwe ji wan re ragihand.

Papa Fransîs di peyama xwe de pirse sersaxiya xwe arasteyê malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê kir û hevsozî û piştevaniya xwe bo civaka Siryanî û qurbaniyên wê bûyerê nîşan da.

Papa Francis di vê dema bi êş û azar de tekezî li girîngiya yekrêzî, dilovanî û aramiyê dike.

Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.