Parlamentoya Tirkiyê bi çend mijarên giring dest bi civînên xwe dike

Parlamentoya Tirkiyê
Parlamentoya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyê îro dest bi civînên xwe yên werza nû ya yasayê dike û yek ji rojevên herî girîng yên parlamentoyê, dengdan li ser endamtiya Swêdê bo NATOyê ye.

Xula duyem a serdema 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê îro piştî navbereke 2.5 mehan, dest pê dike û dê 14 partî û 6 firokasiyon li parlamentoyê cih bigrin.

Piştî gotara vekirinê ya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî dê gotarekê pêşkêş bike û tê çaverêkirin ku peyamên girîng bide.

Herwiha serokên partiyan jî dê gotaran pêşkêş bikin.

Pojeyasaya çaksaziya mûçeya xanenişînan dê were gotûbêjkirin û tê çaverêkirin ku meha bê ev projeyasa were pesendkirin.

Xebatên nivîsandina destûreke nû, pirsa serpoşê û dengdana li ser endamtiya Swêdê bo NATOyê jî, di nav karnameya parlamentoyê de cih digirin.