Şandeke pilebilind a ewlehiyê ya Iraqê serdana Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke pilebilind a ewlekariya Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Qasim El-Arecî serdana Îranê dike.

Ofîsa ragihandinê ya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî, şandeke ewlehiyê ya bilind bi serokatiya Qasim El-Arecî îro çû Îranê.”

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed jî ku di nava şandeyê de cih digire, armanca serdanê temamkirina cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.

Li gorî medyaya Iraqê, şande dê bi rayedarên ewlehiyê yên Îranê re li ser cîbicîkirina hemû xalên rêkeftina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê û ewlehiya sînorên Îranê gotûbêjan bike.

Ev yek piştî wê tê, roja 18.09.2023an Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê serdana Hewlêrê kir û li gel Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed civiya û nûnera NY li Iraqê Jenine Plasschaert jî di civînê de amade bû.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di civînê de her du aliyan behsa qonaxa piştî cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de kirin.