Tirkiyê di meha Îlonê de zêdetir ji 16 hezar penaberên Sûrî dersînor kirin

Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyê 16 hezar penaberên Sûriyê di meha Îlonê de ji nava xaka derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyê.

Li gor malpera “North Press”, desthilata Tirkiyê duhî Şemiyê 30ê Îlonê, nêzîkî 120 penaberên Sûrî di deriyê Girê Sipî re û 480 penaber di deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên girêdayî xwe ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Li gorî zanyariyan, desthilatên Tirkiyê di meha Îlonê de zêdetir ji 16 hezar penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.