Li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê teqîn: 2 polîs birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînek li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rû da û li gorî zanyariyan, du polîs birîndar bûne û 2 êrîşker hatin kuştin

Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, îro danê sibê li ber avahiya Wezareta Navxwe ya li Enqerê teqînek rû da, di encamê de jî 2 kes birîndar bûne. 

Amaje bi wê jî da, li cihê bûyerê dengê çekên giran hatiye bihîstin û hejmareke mezin ya hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê hatine bicihkirin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, ji ber bûyerê rêyên sereke yên ber bi Wezareta Navxwe û Parlamentoya Tirkiyê diçin, hatin girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya derbarê teqîna li ser medyaya civakî de daxuyaniyek da û diyar kir, “Demjimêr 09.30'an, 2 terorîstên ku bi wesayiteke bazirganî ya sivik hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe û êrîşeke bombeyî pêk anîn.”

Da zanîn jî, “Yek ji terorîstan xwe teqand û terorîstê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.”

Yerlîkaya diyar kir ku di encama êrîşê de 2 polîs sivik birîndar bûne.