Li ser teqîna Enqerê qedexeya weşanê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa teroristî ya li Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, biryara qedexeya weşanê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, ji ber êrîşa terorê ya li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Derbarê êrîşê de Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê, biryara qedexeya qedexeya weşanê derbatê teqînê de hatiye dayîn.”

Ev yek piştî wê tê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser medyaya civakî de daxuyaniyek da û diyar kir, “Îro demjimêr 09.30'an, 2 terorîstên ku bi wesayiteke bazirganî ya sivik hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe û êrîşeke bombeyî pêk anîn.”

Alî Yerlîkaya da zanîn jî, “Yek ji terorîstan xwe teqand û terorîstê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir jî, di encama êrîşê de 2 polîs sivik birîndar bûne.