Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li Enqerê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li Enqereya paytexta Tirkiyê şermezar kir û ragihand ku teror û tundûtûjî aramiya navçeyê dixe metirsiyê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa terorîstî ya duhî li Enqerê şermezar kir û got: “Teror û tundûtûjî gefek cidî ye li ser aştî û aramiya herêmê, ji ber vê yekê em tekezî li ser karê bi hev re û hevahengî û hevkariya hevbeş dikin, ji bo nehîştina terorê û çavkaniyên wê li navçeyê.“

Duhî 1ê Cotmeha 2023an teqînek li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rû da, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya derbarê teqîna li ser medyaya civakî de daxuyaniyek da û diyar kir, “Demjimêr 09.30'an, 2 terorîstên ku bi wesayiteke bazirganî ya sivik hatin ber deriyê Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe û êrîşeke bombeyî pêk anîn.”

Yerlîkaya diyar kir ku di encama êrîşê de 2 polîs sivik birîndar bûne. Herwiha da zanîn,“Yek ji terorîstan xwe teqand û terorîstê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.”

PKKê berpirsyartiya xwe ragihand

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniyekê de ragihand, çalakiya li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Navxwe li Enqereyê, ji aliyê tîmek Tabûra Nemiran ve hatiye kirin.

Diyar kir jî, “Îro derdora demjimêr 09:30’an de tîmek me ya girêdayî Tabûra Nemiran li dijî avahiya Wezareya Navxwe ya Tirkiyê çalakiyeke fedayî pêk anî.”

Aşkere kir jî, “Ev çalakî ji aliyê hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hatiye kirin.”