Sergey Lavrov: Ez li ser paşeroja Kurdan li Sûriyê ne geşbîn im

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje: “Em hewl didin nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bidawî bikin da ku peywendiyên di navbera wan de asayî bibin.” Her wiha got, Rûsya Hewlêr û Bexdayê weke du hevkarên girîng dibîne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 20emîn civîna salane ya Dîdara Diyaloga Valdai de li Soçiyê bersiva pirsa akademîsyenê Kurd Dr. Mihemed Îhsan derbarê helwesta Rûsyayê ya derbarê pirsgirêkên DE navbera Hewlêr û Bexdayê de da û got: “Em destêwerdanê di karûbarên ti welatekî de nakin, lê emê hewl bidin ku atmosfera nebaş a di de navbera Hewlêr û Bexdayê de bidawî bibe, da ku her du alî bigihin rêkeftinekê.”

Lavrov tekez kir, Moskow naxwaze alozî li navçeyê û bi taybetî li Iraqê çêbibe, ji ber ku Rûsya Hewlêr û Bexda wek du hevkarên di warên cuda de dibîne.

Derbarê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Amerîka: “Îdareya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çûye aliyê Amerîka û serwet û dahatên navçeyên xwe bi hevbeşî parve dikin, ev jî metirsiyeke cidî ye li ser paşeroja Kurdan li Sûriyê.”

Lavrov got: “Amerîka hertim pişta xwe dide dostên xwe, wek mînk serokomarê berê yê Misrê, serokomarê berê yê Tûnisê û gelek hevalbendên din ên Amerîkayê ku di dawiyê de Amerîkayê pişta xwe da wan.”

Lavrov got: Ez li ser paşeroja kurdan li Sûriyê ne geşbîn im ji ber ku Amerîka dê rojekê pişta xwe bide wan, lê Rûsya hewl dide Kurdan ji agirê şer dûr bixe.”

Li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi beşdariya 140 pisporên navdewletû ji 42 welatên cuda, 20emîn civîna salane ya Kluba Gotûbêja Valdaî hat lidarxistin, ji Iraq û Herêma Kurdistanê tenê akademîsyenê Kurd Dr.Mihemed Îhsan wek mêvanê tê de beşdar e.