Konsulê Rûsyayê: Em hêvîdar in petrola Herêma Kurdistanê careke din bê hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê dibêje, kompanyayên rûsî li Herêma Kurdistanê berdewam in. Em hêvîdar in carek din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin.”

Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Robin di hevpeyvîneke taybet de ligel K24ê ragihand, kompaniyên rûsî li Herêma Kurdistanê li ser karê xwe berdewam in, rawestandina hinardkirina petrol jî bandor li ser karê wan kompaniyan kiriye.

Robin got, Iraq û Tirkiyê ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrolê di nava gotûbêjan de ne.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê tekez kir jî, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê gelek bihêz û pêbawer in.

Herwiha got: “Rawestandina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê, bandor li ser karê her du kompanyayn Rosneft û Gazpromê kiriye, lê ew berdewam kar dikin. Ji ber rawestandina hinardekirina petrol, berhem kêm bûye, lê ne sifir e.”

Da zanîn jî: “Planên kompaniyên rûsî hene ku li Herêma Kurdistanê kar bikin. Em hêvîdar in carek din hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, lê ev yek girêdayî danûstandinên di navbera Tirkiye û Iraqî de ye.”

Tekez jî kir, têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de, gelek bihêz û pêbawer in û me dîrokeke erênî ya dirêj heye, hevkarî, hevahengî û dostaniya me di navbera wan de heye.

Ji 25ê Adarê vir ve ku hinardekirina petrol Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê rawestiyaye, bi texmîn jî Iraqê 6 milyar dolar ji hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê ziyan dîtiye.