Dr. Ebdulhekîm Beşar: Me pirsgirêkên penaberan gihandin aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Dr. Ebdulhekîm Beşar radigihîne, wan komek ji daxwaz û pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar û Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar raspardine ku çareseriyên pêwîst ji wan pirsgirêkan re bibînin û hevkariyê bikin.

Di du rojên borî de şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya di nava Îtîlafê de ku ji Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro pêk hatibû, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û piştre ligel Parêzgarê Hewlêrê û Wezareta Xwendina Bilind civiyabû.

Di vê derbarê de, Cîgirê Serokê Îtîlafê Dr. Ebdulhekîm Beşar ji K24ê re ragihand, wan pirs û arîşeyên koçberên Herêma Kurdistanê yên di warê xizmetguzariya li kampan, pirsgirêkên niştecihbûnê û yên girêdayî perwerdehî û Wezareta Xwendina Bilind de hene, gihandin aliyên pêwendîdar.

Dr. Ebdulhekîm Beşar got jî, birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên pêwendîdar raspardin ku li gorî rênimayên yasayî de, pirsgirêkên koçberên Rojavayê Kurdistanê çareser bikin.

Derbarê hevdîtina ligel Parêzgarê Hewlêrê de, Dr. Ebdulhekîm Beşar da zanîn, pirsgirêkên ku wan pêşkêşî Parêzgarê Hewlêrê kirinê, di warê xizmetkariya kampan de bû û birêz Omêd Xoşnaw amadahiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.

Dr. Ebdulhekîm Beşar amaje bi wê yekê kir ku gelek pirsgirêk û astengiyên ku di warê wergirtina mafê penaberiyê, niştecihbûn û xwendinê de ji koçberan re derdikevin, ji ber yasayên kevin ên hikûmeta Iraqê ne.

Cîgirê Serokê Îtîlafê aşkere kir jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî li pêşkêşkirina minheyên xwendinê ji hejmarek xwendekarên Efrînî re nîşan da.

Dr. Ebdulhekîm Beşar bal kişande ser pirsgirêkên penaberên Sûrî bi giştî û alîkariyên rêxistinên navdewletî û got: “Pirsgirêkên penaberan giştî ne. Pêştir li civînên Brûkselê 8-10 milyar dolar wek alîkarî ji penaberan re dihatin komkirin, lê niha tenê 1.5 milyar kom dibe. Ev pere jî tenê ji bo hundirê Sûriyê diçin.”

Tekez kir jî: “Li gorî penaberên li Tirkiye, Lubnan û Urdinê, penaberên ku li Herêma Kurdistanê ne, ji hemûyan rihettir in û astengiyên wan gelekî kêmtir in. Em spasiya Serok Barzanî û Serokê Herêmê û Serokwezîr dikin ku alîkariya penaberan dikin.”

Li ser pirsa çûnûhatina koçberan bo Rojavayê Kurdistanê, Dr. Ebdulhekîm Beşar destnîşan kir, ew ê vê pirsê bi Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê re gotûbêj bikin û daxwaz dikin ku hinek asankarî di vê babetê de çêbibe û haletên awarte yên penaberan (wek nexweşî û mirin) li ber çavan were girtin.

Derbarê xwepêşandanên li Rojavayê Kurdistanê yên li dijî zêdekirina buhayê sotemeniyê û başkirina rewşa aborî û xwepêşandanên li bajarê Siweydayê de, Cîgirê Serokê Îtîlafê got: “Em piştgiriya herdu xwepêşandanan dikin. Xwepêşandanên li Siweydayê, em dibînin ku ew şoreşa Sûriyê nû dike. Xwepêşandanên pêkhateya Diriziyan li Siweydayê, derewa rêjîma Sûriyê ya ku xwe wek parêzvanê pêkhateyan nîşan dide, bi awayekî ron û zelal aşkere kir ku rêjîm derewan dike.”

Derbarê xwepêşandanên li Rojavayê Kurdistanê de jî got: “Mixabin, Rojavayê Kurdistanê devera petrol, gazê, lê petrol û gaz lê tune ye. Rojava devera genim e, lê nan lê tune ye. Devera pembû ye û pembû tune ye. Em nizanin ev dahat bi kû ve diçe, di demekê de ku %60 ji dahata Sûriyê ya giştî ji devera Cizîrê bû. Ez bi aşkere dibêjim, PKK dixwaze Kurdan ji herêmên wan koçber bike.”