Pasewanên sînorî yên Iraq û Îranê li Hewlêrê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke pasewanên sînorî yên Îranê îro gihîşte Hacî Omeran û ji aliyê Serperiştyarê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran û şandeke hêzên sînorî yên Iraqê ve hat pêşwazîkirin. Biryar e di civînekê de jî, rewşa ewlehiyê ya li ser sînor were gotûbêjkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, biryar bû civîna hêzên pasewanên sînorî yên Iraq û Îranê li Hacî Omeran bihaa lidarxistin, lê li ser daxwaza hêzên pasewanên sînorî yên Îranê, dê li Hewlêrê bicivin.

Got jî, hejmarek ji fermandarên pasewanên ji her du aliyan, dê di civînê de beşdar bibin û pirsgirêkên ewlehiyê yên li navçeyên sînorî û cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de gotûbêj bikin.

Roja 19ê Adara 2023an di navbera Iraq û Îranê de rêkeftineke hevbeş a ewlehiyê hatibû îmzekirin. Du xalên rêkeftina ewlehiyê jî taybet in bi aliyên dijberên Îranê û kontrolkirina sînorên di navbera her du welatan de.

Roja 19ê Îlona 2023an jî, Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Rêkeftina Ewlekariya Hevbeş ya Iraq û Îranê ragihandibû ku baregehên partiyên opozîsyona Îranê li nêzîkî sînorê Îranê hatine valakirin û hêzên pasewanên Iraqê jî li van deveran hatine bicihkirin.

Pêr 1ê Cotmeha 2023an jî şandeke payebilind a ewlekariya Iraqê bi serokatiya Qasim El-Arecî serdana Îranê kiribû û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed jî di nav de bû. Li gor daxuyaniya ofîsa Qasim El-Arecî, armanca serdanê temamkirina cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de bû.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ferîq Rukin Qeys Xelef Mihemedawî duhî 2ê Cotmehê dabû zanîn, 12 xalên kontrolê yên sînorî bi Îranê re hatine danîn û pasewanên sînor yên Îraqî li van xalan hatine bicihkirin.