Li 18 bajaran 67 bergûmanên PKKê hatine desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên êrîşa Enqereyê berdewam in û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ev du roj in operasyonên berfireh li dijî bergûmanên PKKê û endam û berpirsên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya aşkere kir, bi giştî li 18 bajarên Tirkiyeyê bi beşdariya 13 hezar û 440 endamên hêzên ewlekariyê, 466 operasyon li dijî PKKê hatine kirin. Di encama operaysonan de 67 bergûmanên PKKê hatine desteserkirin.

Piştî rojekê ji teqîna Enqereyê jî 20 kes hatibûn desteserkirin ku piraniya wan endam û berpirsên Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn.

Bi berdewamiya van operaysonan re, karvedaneke dervayî Tirkiyeyê ji Washingtonê hat. Amerîkayê êrîşa Enqereyê şermezar kir û di şerê li dijî PKKê de, piştgiriya xwe bo Tirkiyeyê ragihand.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got: “Amerîka êrîşa terorîstî ya 1ê Cotmehê ya li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi tundî şermezar dike. Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser vê mijarê axivî. Di şerê li dijî PKKê de, em piştevanê hevpeymana xwe Tirkiye û xelkê wê ne. Me PKKê wekî rêxistineke terorîst a biyanî nas kiriye. Em her bûyereke terorîstî ya li dijî Tirkiyeyê û xelkê wê şermezar dikin. Em dizanin û qebûl dikin ku PKK li ser Tirkiyeyê gef e. Em Tirkiyeyê han didin bi hevahengiya Iraqê operasyonên hevpar li dijî PKKê bike û divê operasyon jî rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.”

Ji bilî Amerîkayê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û gelek welatên wekî Brîtanya, Kanada, Almanya, Fransa, Norwêç û Swêd jî êrîşa PKKê şermezar kiribûn.