Sûdanî: Baweriya temam ji bo çareserkirina kêşeyên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê radigihîne, baweriya wî ya tam ji bo çareserkirina rewş û kêşeyên li pêş Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê heye. Herwiha got, aramiya Herêma Kurdistanê rengvedana wê li ser aramiya Iraqê jî dibe.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di salvegera şeşemîn a koça dawiyê ya serokê berê yê Iraqê Celal Talebanî de got, ew di wê baweriyê de ye ku rewş û kêşeyên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê dibin, dê bêne çareserkirin. Tekez kir jî, hemû ew rewş û kêşe dê bi giyanê lêborînê û bi berçavgirtina berjewendiyên gelê Iraqê bêne çareserkirin.

Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê kir, diyaloga ku ew wek hikûmeta Iraqê bi berdewamî daxwaza wê dikin, tekane rê ye ji bo berdewamiya aramiya ku em ji bo Herêma Kurdistanê dixwazin û dê bandora wê li ser tevahiya Iraqê bike.

Mihemed Şiya Sûdanî got: Îraq niha xwedî serxwebûn, biryara niştimanî û yekrêziya gelê xwe ye ku kariye terorê têk bibe û xaka xwe biparêze.

Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Di dema ku em her destdirêjiyekê li ser serweriya welatên cîran ji xaka Iraqê ve red dikin, em destê biratî û dostaniyê jî dirêjî her aliyekî dikin û daxwaza pêwendiyên baş dikin.