Firokeyên Tirkiyê baregehên PKKê li Metîna, Xakûrk û Qendîlê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî teqîna Enqereyê, firokeyên şer ên Tirkiyeyê careke din bingehên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, şeva Sêşemê li dijî bingehên PKKê yên li Metîna, Xakûrk, Garê, Qendîl û Asosê operasyoneke asmanî kiriye û di encamê de 16 cih û baregeh hatine jinavbirin.

Peyamnêrê K24ê li devera Raperînê şeva borî gotibû, firokeyên şer ên Tirkiyê li asmanê devera Raperînê bi nizmî difirin û dest bi bombebarankirina çiyayên Qendîlê kirine.

Peyamnêrê me got jî, ji encama bombebaranê, ziyanên canî nehatine zanîn, lê derî û pencereyên hejmarek ji malên gundê Êndizêyê li binarê Qendîlê şiketin.

Ji aliyekî din, Rêveberê Bajarokê Wartê yê li qezaya Riwandizê, Muslih Zirar ji K24ê re ragihand, gundên Bokirîskan û Zargelê yên ser bi Wartê ve ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Qaymeqamê Qezaya Mawetê Kameran Hesen ji K24ê re ragihand, şeva borî çend firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Baskê Qele bombebaran kirin.

Piştî teqîna Enqereyê, ev duyem operasyona Tirkiyê ye ku berî du rojan jî li heman cihan operasyoneke asmanî kiribû û 20 xalên PKKê jinav biribû.

Roja 1ê Cotmehê danê sibê, êrîşeke bombeyî li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe li Enqerê hatibû kirin û di encamê de û du polîs jî birîndar bûbûn û du çekdar hatibûn kuştin.

Piştî êrîşê jî, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ya ser bi PKKê ve, berpirsyartiya xwe li hember êrişa li Enqerê ragihandibû.