Siyasetmedarên Kurd: Divê mafên Kurdan di makezagona nû ya Tirkiyeyê de cih bigirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê nivîsandina makezagoneke nû dîsa di rojevê de ye û siyasetmedarên Kurd ên di nava AK Partî û CHPê de cih digirin her çiqas di nava partiyên rikeber de bin jî amaje dikin ku divê nava makezagona nû de bo nasnameya Kurd jî cih bê dayîn.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rêrisma vekirina serdema nu ya Parlementoya Tirkiyeyê de amaje kir ku makezagona niha êdî nikare Tirkiyeyê hilgire û divê bi beşdariya hemu aliyan xebata makezagonek nû were kirin. Derbarê vê mijarê de nîqaşa ser çareseriya pirsa kurd a di malzegonek nu de dest pê kir. Kurdên ku di nava AK Partiyê de cih digirin amaje dikin ku divê makezagona nu de bo nasnameya kurdî jî cih were dayîn û bal tê kêşan ku eger Ak Partî li gorî felsefeya xwe ya destpêkê tevbigere dê bo nasnameya  kurd cih were dayîn.

Berpirsê Mijarên Mafên Mirovan ê AK Partiyê yê Diyarbekir Zekî Akkoç ji K24ê re got: “Divê rewşenbîrên Kurd piştgirî bidin Erdogan û destê wî xurt bikin, da ku nasnameya Kurd jî di makezagona nû de cih bigire. Divê cih bigire ji ber ku bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye deçaresernebûna pirsa Kurd heye.”

Li aliyê din CHP jî dibêje eger helwestek ji dil bo çêkirina makezagonek nû were nîşandan ew amade ne sudê bidin çêkirina makezagonek nu û Kurdên nava CHPê jî dibêjin ew dixwazin di nava makezagonek nû, demokratîk û mafparêze de hebuna kurdan jî were nasîn.

Serokê Rêxistina CHPê yê Navçeya Yenîşehîr a Diyarbekir Şeyhmus Daghan dibêje: “Divê makezagona nû de mafê hemû mirovan were parastin, divê makezagona nu de nasnameya Kurd jî cih bigire. Eger ji dil bin em jî amade ne sûdê bidin makezagonek nû.”

CHP balê dikişîne ku desthilat dixwaze bi mijara çêkirina makezagoneke nû, rojevê bide guherîn, AK Partî jî dibêje êdî dem hatiye Tirkiye ji makezagona ku ji aliyê leşkeran ve hatiye çêkirin rizgar bibe.