Hakan û şandeke opozîsyona Sûriyê li Enqereyê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi şandeke opozîsyona Sûriyê re civiya û rewşa dawî ya li qada Sûriyeyê û pêvajoya çareseriya siyasî gotûbêj kirin.

Hakan Fîdan li wezaretê pêşwazî li Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Hadî El-Behra, Serokê Desteya Danûstandinan Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hûrgiliyên hevdîtinê nehatin bidestxistin, lê di nûçeya NTV'yê de hat diyarkirin ku rewşa dawî ya li qada Sûriyeyê û pêvajoya çareseriya siyasî, bi taybet komîta nivîsandina destûrê hatin nirxandin.

Ji aliyê xwe ve Desteya Ragihandinê ya Îtîlafê di daxuyaniyekê de ragihand, Fîdan û şanda opozîsyonê pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê, êş û azarên xelkê li Sûriyê, rewşa penaberan li Tirkiyê û cîhanê, têkçûna proseya siyasî li Cinêvê û awayên aktîfkirinê wê û rewşa Bakurê Sûriyê jî hate gotûbêj kirin.”

Desteya ragihandinê diyar kir, şandeyê tekezî li ser pêwîstiya başkirina rewşa aborî li bakurê Sûriyê û giringiya bilindkirina karînên hikûmeta demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke, û dirustkirina rewşeke ewle gotûbêj kirin, ji bo ku aramî peyda bibe û derfetên kar û veberhênanê bên afirandin.