Piştî teqîna Enqereyê 127 kes bi tometa PKKê hatine desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî teqîna Enqereyê ev sê roj in bênavber operasyon li dijî PKKyê tên kirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin gihîşt 127 kesan.

Îro jî li 15 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê operasyon hatin kirin û 37 kes hatine desteserkirin. Bi vî awayî ji roja Duşemê heta niha, 127 kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi PKKyê re hene hatine girtin.

Ji bilî operasyonên nav sînorê Tirkiyeyê, li dervayî sînor jî du roj in baregehên PKKê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê tên bombebarankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê jî, 16 xal û baregehên PKKê yên li Metînayê, Xakûrkê, Garê, Qendîlê û Asosê di operasyonên asmanî de hatine jinavbirin.

Her çend PKKê nasnameya her du endamên xwe yên êrîşê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kiribûn eşkere kiribe jî, hikûmeta Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyekê nasanmeya êrîşkaran aşkere kirin ku Ozkan Şahîn ê bi nasnavê (Rojhat Zîlan) û Hasan Oguz ê nasnavê (Erdal Şahîn) in. Rojhat Zîlan xelkê Wanê, Erdal Şahîn jî xelkê Şirnexê ye.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, êrîşkeran, otomobîla ku di êrîşa Enqereyê de bikar anîne, li bajarokê Develiyê yê Kayseriyê desteser kiribûn û ajokarê wê otomobîlê jî kuştibûn. Serdozgeriya Komarê ya Qeyseriyê jî di derheqê dosyeya lêpirsîna wê bûyerê de jî biryara nehênîbûnê da.