Cîgirê Konsulê Almanyayê daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dike pirsgirêkên xwe çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê ragihand, Almanya bi giringiyê dide Herêma Kurdistanê û Iraqeke aram. Bang li Hewlêr û Bexdayê jî kir ku nakokiyên xwe di berjewendiya her du aliyan de çareser bikin.

Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Benjamin Hanna ji K24ê re got: “Almanya giringiyê dide Herêma Kurdistanê û Iraqeke aram e. Em bang li her du aliyan dikin ku kêşeyên xwe çareser bikin ku di berjewendiya her du aliyan de ye. Em tekezî li ser aramiya Herêma Kurdistanê dikin û giring e bi Bexdayê re bigihin çareseriyê.”

Got jî: “Pêwendiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Almanya de bihêz e û her du alî tekeziyê li ser pêşxistina pêwendiyan dikin. Leşkerên Almanya niha li Hewlêrê ne û parlamentoya Almanyayê kar ji bo dirêjkirina erkê wan bo saleke din dike.”

Herwiha got: “Almanya pabend e bi bihêzkirina pêwendiyên xwe yên li bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”