Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em ji alozbûna rewşa bakurê Sûriyê nîgeran in

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember alozbûna rewşa bakurê Sûriyê nîşan da û got, PKKê gef e li ser ewlehiya Tirkiyê.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel îro 4ê Cotmehê nîgeraniya xwe ji aozbûna rewşa li bakurê Sûriyê nîşan da û daxwaza kêmkirina rageşiyê kir.

Patel herwiha got, alozbûna rewşa bakurê Sûriyê dê bandorê li ser hewlên wan ên ji bo şerê li dijî DAIŞê bike.

Herwiha got, ew daxwaz dikin ku agirbesta li Bakurê Sûriyê berdewam be. Her wiha got, PKK gef e li ser ewlehiya Tirkiyê û divê Tirkiye hevahengiyê ligel Iraqê bike û rêzê li serweriya wê bigire.

Piştî têkçûna DAIŞê di Adara 2019an de, bakur û rojhilatê Dêra Zorê ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hejmarek baregehên hevpeymanan li wê deverê hatine bicihkirin û operasyonan li dijî şaneyên DAIŞê pêk tînin.