HSD red dike ku êrîşkerên Enqereyê ji herêmên wan derbasî Tirkiyeyê bûbin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê dide û red dike ku êrîşkerên teqîna li Enqereyê ji herêmên wan derbasî Tirkiyeyê bûbin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), derbarê êrîşa ser Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê li Enqereyê û gefên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê yên ku dibêjin êrîşkerên teqîna li Enqereyê ji navçeyên HSDê derbasî Tirkiyê bûne, ne rast in û dubare ne.”

Herwiha HSD dibêje: “Ev yek berdewamiya tohmetên bêbingeh yên ku Tirkiyeyê ne ku ji bo balê ji ser pirsgirêk û qeyranên xwe yên navxweyî bide aliyekî û rê li ber tawanên qirkirina etnîkî û qirkirina gelê me veke.”

Roja 1ê Cotmehê 2 kesan li Enqereyê Rêveberiya Ewlehiyê li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kiribû, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ragihand ku ew çalakî ji aliyê tîmeke wan a bi navê “Tabûra Nemiran” ve hatiye kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî 4ê Cotmehê di daxuyaniyekê gefa aramckirina binesaziya Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Ew Ji bo hêzên me yên çekdar û îstîxbaratê, bûne armancên rewa.”

Fîdan got: “Piştî êrîşa terorîstî ya roja Yekşema borî ya Enqerê û di encama karên hêzên me yên îstixbaratî û ewlehiyê de, eşkere bû ku her du terorîstên ku ew êriş pêk anîne ji Sûriyê hatine û li Tirkiyê perwerde dîtine.”

Her îro jî, dronên Tirkiyeyê ji danê sibê ve navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û baregehên HSDê li Hesekê, Heseke, Dêrikê, Amûdê û Kobanî bombebaran dikin û heta niha zêdetir ji 10 kesan hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.