Nêçîrvan Barzanî: Herêm her dem amade ye ji bo çarserkirina pisgirêkan gotûbêjan bi Bexdayê re bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Serokê Fransayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Patrick Durrell kir.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, li ser bernameya serdana çaverêkirî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ya Iraqê, pêwendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da nêrînên xwe bi hev guhertin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya peywendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û balkişandin li ser rol û beşdariya çalak ya Fransayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, her wiha li ser girîngî û pêwîstiya piştevaniya Fransa yê Iraqê de hevnêrîn bûn.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da, her du aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekhelwêstî û yekrêziya wan ya li Bexdayê kirin û behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da jî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî rol û piştevaniya Serok Macron ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û di derbarê pirsgirêkên digel Bexdayê jî tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê her dem amade ye li gor destûrê û sîstema federalî ji bo çarserkirina pisgirêkan digel Bexdayê gotûbêjan bike.

Rewşa koçber û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî yên şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarên din ên civînê bûn.