Bi amadebûna serokwezîr Mesrûr Barzanî ahenga gera 42ê ya derçûyên zanîngeha Selahedînê bi rê ve diçe

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ahenga derçûyên zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ahenga derçûyên zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – bi amadebûna serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê, li yarîgeha Firanso Herîrî, ahenga gera 42ê ya derçûyên xwe li jêr navnîşanê “Zanist û Xweragirî û Berdewamî”, bi rê ve dibe.

Roja Pêncşemê (5ê Cotmeha 2023ê), bi amadebûna serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê û mamosta û kesûkarên derçûyan, gera 42ê ya derçûyên wê li jêr navnîşanê “Zanist û Xweragirî û Berdewamî” li yarîgeha Herîrê bi rê ve diçe.

Li aliyê xwe ve, Saman Ebdula, berpirsê ragehandina zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê ji bo Kurdistan 24ê ragehand ku îro çar hezar û 612 xwîndkar dê bawernameya derbazbûnê werbigirin.

Di eynî demê de Diktor Kameran Yûnis, serokê zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê ragehand ku Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, hijmareka wezîr û berpirsên hikûmî, hijmareka berpirsên hikûmî û nûnerên konsulxaneyan dê pişkdar bibin.

Ji bo sala xwandinê ya 2023-2024ê, zêdetir ji pênc hezar xwîndkaran ji kolîj û pişkên zanistî yên zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê hatine wergirtin û dê di çend rojekên dî de dest bi xwandinê bikin. Ji bilî vê yekê jî, îsal bi sedan kes ji bisporiyên cuda cuda ji xwandina bilind (dibloma bilind, master û diktora) hatine wergirtin.

Zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê, dêrîntirîn û mezintirîn zanîngeha Herêma Kurdistanê ye û li destpêkê li sala 1968ê li Silêmaniyê hat damezrandin û li sala 1981ê ji bo bajarê Hewlêrê hat veguhastin û her sal hijmareka zêde ji bi dehan bisporên cuda cuda li ser astên bekaliryos, dibloma bilind, master û diktorayê bawernameyan jê werdigirin.

Li dû amarên zanîngehê heta sala borî, zêdetir ji 26 hezar xwîndkaran li ser astê xwandina bekaliryosê û nêzî hezar xwîndkarên xwandina bilind hebûne ku xwediya zêdetir ji hezar û 700 kesan e ji desteya akademî û nêzî çar hezar fermanberan jî hene.

Zanîngeha Selahedîn – Hewlêrê ji 16 kolîj û 95 pişkên zanistî û çend navendekên lêkolînan pêk hatiye, li ser astê zanistî berdewam yek ji zanîngehên astbilind ên Herêma Kurdistanê û Îraqê bûye û di rêzbendiya zanîngehan de li pêşiya zanîngehan bûye, ev jî ji ber giringîpêdana berdewam bi lêkolînên zanistî û berdewamîdana xwandina akademî ji aliyê mamostayên wê zanîngehê ve ye.